Hawar bilginin sesidir, bilgi ise kendini tanımaktır. Kendini tanımak da özgürlüğün, mutluluğun yolunu açar. Kendini tanıyan, kendini tanitabilir de..
Sayfa 242 - İthaki·Kitabı okudu
Di helbestên li nav rûpelên Hawarê de belav bûne, teswîreke jinan ya cuda balê dikişîne. Li vir jin ne tenê dayik, xweh, destgirtî an jina mêrekî ye. Welat bîzzat bi jinê, an wek destgirtiyekê, dayikekê an wek xwehekê tê tesewirkirin. Teswîra welêt ya wek jinekê di wê dewrê de û di beriya wê de gelek mînakên wê hene. Yek ji wan wêjeya farisî ye ku Afsaneh Najmabadi¹ ji bo wêjeya Îranê ya sedsala 19mîn têkiliya wê bi wêjeya klasik re datîne û wisa şîrove dike: Welat wek laşê jinekê hatiye texeyyulkirin ku mêr divê bêtir jê hez bikin, xwedî lê derkevin, di rêya wê de bên kuştin. Çawa ku di helbesta klasîk de eşqa îlahî bi laşê jinê dihate texeyulkirin, an di laşê jinê de rû dida, vêga eşqa welat di laşê jinê de rû dide. Lê di encamê de, ev rabêjeke wisa bi xwe re tîne ku jin jî wek welat divê bê parastin, pêdiviya welat bi parastina mêran heye, ne ya jinan. Jin ne dikare li welêt xwedî derkeve ne dikare li xwe xwedî derkeve. Namûsa wê namûsa mêran e, divê xwedî lê bê derketin, ji tecawiza neyaran bê parastin. Ji bo seferberkirina mêran ew têgehên pre-modern li vir dikevin bin xizmeta têgeheke modern, neteweperweriyê.
Sayfa 31
Kurdî
Etimoloji Defteri
Mücellit Nedir ?
«Her tişt di tahma xwe de xweş e. Meriv divê tahmê lê heram neke.»
Kurdî
Hawara me
Gelo Hawar çi ye? - Hawar dengê zanînê ye. - Zanîn çi ye? - Zanîn xwe nasîn e. - Xwenasîn?... - Xwe nasîn ji me re rêya felat û xweşiyê vedike. Her kesê ko xwe nas dike; dikare xwe bide nas kirin. - Wê karê Hawara we yê pêşî çi be? - Hawara me berî her tiştî heyina zimanê me dê bide nas kirin. - Çima? Lewma ko ziman şerta heyinê a pêşîn e.
Kurdî
Bê guman
'Berî her tiştî heyîna zimanê xwe de bide naskirin. Lewma ko ziman şerta heyînê a pêşîn e.'
Üçüncü dönemin edebiyat olaylarından biri Cejna Zimanê Kurdî'dır (Kürt Edebiyat Bayramı). Hawar dergisinin çıktığı gün olan 15 Mayıs (1932) 2006'dan sonra Kürt Dil Bayramı olarak çeşitli etkinliklerle kutlanır.