Akış
Ara
Ne Okusam?
Giriş Yap
Kaydol
Kerîm Xan(Zend)
Pişti di navbera salên 1752-1795'an de çend şerên giran, di bin serokatiya Kerim Zend de, dewleteke mezin a Kurd hat damezran- din. Dema desthilatiya Kerîm Xan (1752-1779) xweştirin fesla diroka gelê Kurd bů Aşkera ye ew wext ji bo serxwebûniya gelė Kurd firseteke baş bû, lê her çawan Selaheddîn bû serdarê çend neteweyên din, Kerim Xan jî bû fermanrewayê hemû Îranê. Kerim Xan, yekem kes bû ku xelkê leqebê "Wekîl" pê ve kiribû. Konsolosé Fransayê yê Bexdayê, di nameyeke ku di sala 1763'yan de ji Parisê re şandiye, li ser Kerîm Xan wiha nivîsandiye: "Di bin pêşengiya Kerim Xan ê xwediyê nifûzek şexsî û zana de, aşkera ye welat ber bi geşbûnê ve diçe û tuşî hêmintî û avakirinê bûye. Asayiş û hêmini ciyê têkelhevî û şerî girtiye."42 Konsolos piştre nivîsa xwe bi vî awayî didomîne: "Ré emîn bûne, bazirgani dest pê" kiriye, gelek karwan ji vir diçin Îranê, 15-20 hezar malên Îranî ku îlticayê Iraqê kiribûn, niha hedi hêdî vedigerin welatê xwe." Kerim Xan, gelek piştgiriya zanist û kulturê dikir û gelek hewle. avabûna welat dida." Gerokê bi nav û deng ê Îngilîz, Malcolm bi vi awayî behsa Kerîm Xan dike: "Bi bextiyarî jiya, di koça xwe ya dawiyê de wekî mirina baveki hezkirî ku di nav mal û zarokên xwe de, bi wî awayî bû."46
bû armanc û doz, û ket jiya me nemir in b' me re pirr Kawayê me: bi navê Seîd, Rizo w Bedir-Xan bi namê Qadî, Mahmûd û Barzan.. û jiyan bi me re...
Sayfa 74 - SorKitabı okudu
Reklam
Jiyanek, jiyanek, jiyanek...
Belê, Memduh Selim Beg zewac divê. Xwendegeha Darulfunun ya Stembolê û dersên felsefe û siyasetê li pey man. Memduh Selîm Begê niha şevên geş û germ divé. Şevên bi çirûsk û pêtên êgir ve tiji. Wi jinekê di- vê. Jineke ku weke dilopeke şir, dilopeke xwîdan, dilo- peke hêsirê çavan e. Jê re kahrikên hûr, yanê zarok, malraxistin û li qerexa gola Wanê xaniyekî spehi, biçûk û xwedî bexçe divê. Memduh Selim Beg pir tişt divê. Bi kurtebirî, jiya- neke nû divê. Eger rê ne ber bi welatê xerîbiyê be... Di şeva çiksayî ya payizé de Memduh Selim Beg xewn dibîne.
ji xwe re bipirsin
"Baş e, te çi kir ji salên xwe? Te salên jiyana xwe yên herî xweş li ku veşartin? Tu jiya, an jî tu bawerî ku tu dijî?"
Bû armanc û doz, ket jîya me nemir in b' me re pirr Kawayê me: Bi navê Seîd, Rizo û Bedir-Xan bi navê Qadî, Mahmûd û Barzan Û jiyan bi me re..!
Weşanên Mîr/82Kitabı okudu
Çend rojan bi eş û jan jiya û paşê mir. Xelkê gund û derdorê hatin serxweşiya wî. “Şîn û şahî weke hev e.” Îro jî van e, sibê ji wan. Divê mirov bi xweşî û nexweşîyê ve bi mirowê xwe û cîranê xwe re be…
Sayfa 61 - AvestaKitabı okudu
Reklam
Bi rastî jî ez bextewar bûm, ger di nav zewk ê da jîya bûn bextewarî be. Ez wisa jîyam û ez wisa mirîyam. Dû re, piştî ku ez mirim peyker (heykel) ê min li vir, li vê bilindahîya çê kirin; ji boy ku pîsîtîya bajarê xu tevî, xizanî ya bajar bivînim. Û dilê min jî kevir be jî negirîn ji destên min nayê.
Sayfa 3 - İş BankasıKitabı okudu
ew e têkoşîn,ew: hesinkerek l’ ser vê riyê leheng û rêberek bû armanc û doz,û ket jiya me nemir in b’me re pirr Kawayê me: bi navê Seîd,Rîzo w Bedir-Xan bi namê Qadî, Mahmûd û Barzan... û jiyan bi me re
- Ger çîrokeke jiyana te tune be, tu çawan dijî? - Ma çiyê hêjayî behsê di jiyana min de heye? Ez heta niha bi tenê û ji xwe re jiya me. Erê, bi tenê, bi tikî tenê... Gelo tu dizanî bê "tenêtî çi ye? - Çawa tenê? Yanî bêî ku tu kesî bibînî, tu jiyayî? - Na, ne wilo. A dîtinê ez dibînim, lê ez dîsan jî bi tenême.
Çîrokek
Dibêjin bihuşt tunebûye û tiştekî wisa jî tuneye. Rîwayet dibêje dema ku Xwedê hezretî Adem ji axê çêkir û piştî gunehkariyekê ew ji Baxê Edenê bi dûr xist, heta mir jî Xwedê destûr neda wî ku ew careke din li wê axê vegere. Piştî demekê hezretî Adem gelekî bêriya wî erdê xwe kir, ew erdê ku Xwedê ew jê çêkir. Ewqas bêrî kir û ewqas bi nexş û xweşikiyan ji zarokên xwe re behsa wî erdî kir ku bêhna giya û gulan digihîşte zarokan. Û dûre jî ev nîgara bêrîkirina wî, di serê nifş û neviyên piştî wî de, nefs û navekî bihuştê wergirt. Ew wisa pê jiya û wisa jî mir. Û herweha ji wê rojê û pê ve ye ku navê bihuştê di nava nifşên piştî wî de belav bûye û îro jî her wisa ye. Û ev dîtin, dîtina ku dibêjin bihuşt tuneye ... aniha ez baştir têdigêhîjim.