Nezanî ya dil ji zanyarî ya aqil, zanyarî ya dil ji nezanî ya aqil fersah fersah zêdetir e. Kûrî ya dil ji bilindî ya aqil, bilindî ya dil ji kûrî ya aqil, tarî ya dil ji ronî ya aqil, ronîya dil ji tarî ya aqil, feqîrî ya dil ji dewlemendî ya aqil, dewlemendî ya dil ji feqîrî ya aqil zêdetir e. Dil her tim ya herî pirr û herî kêm dihewîne. Dil, xerabkarê hevseng a ruh e. Ew baskan dide ruh û nigên wê bi kevir ve girê dide, geh hêza zêdetir dide baskan, geh granîya zêdetir dide kevir.