Akış
Ara
Ne Okusam?
Giriş Yap
Kaydol
Rewşa bikaranîna torên civakî li Rojhilat / H.Fayiqî
Piştî belavbûna bikaranîna torên civakî li Îranê di destpêkê de, bêtir whatsApp û telegram dihat bikaranîn. Wek mînak pêşî koma telegramê hebû, paşê kanal jî li wê zêde bû. Piştî demekê ku înstagram derket, piraniya bikarhêneran înstagramê bi kar anî. Piraniya bikarhênerên kom û kanalên telegramê jî derbasî întagramê bûn. Bikaranîna van torên civakî di serî de facebooke, twitter, You Tube û piştra telegram di sala 2018an de, paşê jî torên din di sala 2023yan de, bi mebesta bikaranîna torên navxweyî ji aliyê hikûmeta Îranê ve hatin asteng kirin. Bi tevî van hemû astengiyan dîsa jî bêkarhêner bi alîkariya VPNê wek adetekî rojane telegram, whatsApp û înstagramê heta niha bi kar tînin. Ji aliyê dewleta Îranê ve qedexeyek li hember bikaranîna zimanê Kurdî li ser torên civakî nîne. Lê li rojhilatê Kurdistanê xwendin û perwerde her bi zimanê Farisî ye. Kesên ku bixwazin xwendin û nivîsîna Kurdî fêr bibin, xwe bi xwe fêr dibin, dewlet ji xeynê zimanê Farisî piştgiriya zimanên din ên li Îranê nake. Lê bi rêya medyaya civakî Kurd derfeta xwe bi xwe fêrbûna Kurdî bi dest dixin. Bi taybetî li ser înstagramê peywendiya du alî di navbera mamostayên Kurdî û xwendekaran de hêsantir e. Kanalên telegramê û peycên înstagramê bo fêrkirina hemû diyalektên Kurdî wek Soranî, Kurmancî, Hewramî û kelhorî tên bikaranîn
Sayfa 59 - Nûbihar
Zîmân
Dil pir dixwaze ku Hêvî hêviya kurdanbe, Di warê ziman û zanistî her xwedî şanbe, Zaravayên me bighîne serhev di pêşende, Kurdan nehêle di nava cihanê şermende, Heya bi îro em tenê bê zar û ziman bûn, Di nava gelan pir bi şûnda gelek nezanbûn, î ro jî dibînim gelek xwendayên me kurdan, Gelparêzin ew haya wana nîne ji ziman, çawan bê ziman gel di cîhan tête parastin? Bi çi lebatî maf û rûmet hatine xwestin… Tenê bi ziman mirov cuda bûye ji dehban, Pê xwend zana bû firiya xwe gihande ezman Lewre divê em ji bo ziman xwe biwestînin, Heya bikarin kurdan ji tengiye derînin, Bijîn kesên kû ji bo ziman dikin xebatê, Ew in berê gel diguhêzin rêya felatê. 20.01.1984
Reklam
Ji Qerdî Canê Canbira re) Jiyîn xweşe bi xurtî Li Kurdistan bi Kurdan Bav û biran; çi bikim? Hemû min tê bi dirdan.. De rabin li me tu zanî Rim nîne giş nizanî Xopan kirin Kurdanî Ev teral û nezanan Hawarê, xweş awakir Dilê Kurdan pê şakir Zar û ziman ava kir Jîn û xweşî belav kir.
Dawiya Çîrokekê
Neçar im... neçar... ku, te ji bîr kim, Di bin darê wîjdana xwe ya har Wesêhim û zû xwe azad bikim Neçar im, divê gorek bikolim Bo her yadgarek bêhna te lê be. Divê guhê xwe kerr kim, Zimanê xwe lal kim, Ji aliyê her kesek behsa te pê be.
Sayfa 145 - Peywend
Newaya Rengan • Mehmûd Badilî
Roj li pey rojê reng diçirisin û di ruwê kevala jiyanê de her tişt sema dike. Tenê ez… li ser lingekî li ruwê xweyî jikeva û lingê xweyî seqet
Ez Im Kurd (9) | Elîriza Spahî Layîn
tawanbar im û yekim kes im ku tawanbariya xwe bang dike û dibêje ku: gorî bawera min însan bo veşartina xwe nîne veşartin bo derewan û derewînan e ez însan im
Reklam
Balkêşî: Di kurdî de qertaf lêker nayên derbandin. Xwendina dengdêra qertaf lêkeran bi derbandina kita pêşiya xwe ve girêdayî ye. Ji ber vê jî cuda nivîsandina qertaf lêkeran ne rast e. Qenatê Kurdo û Feqî Huseyn jî di pirtûkên xwe yên gramera kurdi de qertaf lêker cuda nenivîsîne. Mînak: Di piyan de ye. Em nikarin divê mînakê de bêjin, kîteya "ye" yê hatiye derbandin. Derbandin li ser kâta"de"yê ye. • Ev ya wa -n e. Em nikarin, kîta "wan" ê tev de biderbînin. Yanî em nikarin bêjin: Ev ya wan e. Lê rastiya derbandina vê peyvê eve: Ev ya wa ne. Ev jî taybetiya zimanê me ye ku qertaflêker cuda nayên nivîsandin. Di hevokan de derbandin Di hevokên kurdî de carna mexseda mirov ew e, mirov bi xwendevanan bide fêhmkirin. Ka di hevokê de kijan peyv giring e. Sedem wî qasî jî seri li derbandinê tê dayin. Mexseda giringiya hevokê; carna li ser cih e, car- na li ser dem e û carna jî li ser şexsan e. Ku mirov bivê kîjan peyvê derb bide mirov wê peyvê tîne berî pêveber, wî çaxî ew peyv tê derbandin. a) Zana duh ji Wanê hat (Derbandin li ser cih e.) b) Duh ji Wanê Zana hat (Derbandin li ser şexs e) c) Ji Wanê Zana duh hat (Derbandin li ser dem e.) Balkêşî: Di peyvên yek kîte de derbandin nîne.
33 öğeden 1 ile 10 arasındakiler gösteriliyor.