Bi gotinê belkî hêsan e, lê mesele sırf meseleya kîlometreyan nîne. Mesele, meseleya kok, çand, ziman û gel e... Meseleya dûrketina ji perçeyek ji rûhê xwe ye...
Nehatiye dîtin ku we kêmasiyên xwe qebûl kirine. Hûn nizanin lêborînê bixwazin. Hûn tecawizî merivên xwe dikin û pişt re jî ji bo namûsê mirovan dikujin. Navê Xwedê hertim li ser zimanê we ye. Hûn gelek baş digrîn. Hûn metelokan guhdar dikin û rojên berê xeyal dikin. Dinya tar û mar be xema we nîne, bes bila kevirek ji mala we kêm nebe. Hûn bawer dikin ku xerabî ji derva tê. Li gorî we çavkaniya xerabiyê an cîranê we an jî biyaniyên ku têne gund in. Hûn kor in. Hûn nabînin ew marê ku we dilê de hilgirtiye.