Tu tişt ji ziman xetertir nîne, bi peyvekê kesên bê îman û îmandar ji hev cûda dibin. Peyv dikare ji şeytan pîstir û ji tarîtiyê reştir û ji xwînê sortir be, peyve ku seriyên westiyayî û lawaz û bi fitne û xeyalan tije dike, lê her peyv e jî, pîroz û bi heybet û bi hurmet e. Peyv e ronahiya îmanê dixe dil û derûnan, peyv e ku peyama Xwedê digihîne me.
Sayfa 192 - avestaKitabı okudu
Ziman nîne şekir e şerbet e şîr e hingiv e de were nemije de were bisekine... dev nîne afat e agir e roj e jiyan e de were nexwe de were bisekine...
Reklam
"Ez av im, rojekê ji rojan hûn dê jî bibin av, av ji xeynî xurrîna xwe nikare bi zimanekî din biaxife, ez jî ba me û rojekê hûn dê jî bibin ba, 'ba' jî nikare ji dengê xwe sanahîtir biaxife, hûn li vir in da ku dengê ba û dengê şevê û dengê kevir û dengê moristanên piçûk nas bikin, ti moristanek û ti bilbilek sanahtir ji dengê xwe qise nake, divê hûn êdî behs ji sivikî û giraniyê nekin, divê her deng û her awaz û her gotinekê wek xwe wergirin, hûn dê çawa mosîqaya wan tiştan hîn bibin ku bê wate ne, hûn divê mosîqaya wateyan jî hîn bibin, her tiştê ku wateya wê heye, mosîqaya xwe jî heye, her tiştekî bê wate jî mosîqaya xwe heye... têgihîştin ew nîne ku her tiştî bi awaza we bixwînin, wek çawa ku ti bilbilek gewriya xwe naguhere da ku em jî tamê jê bibînin û ti aqilek jî ji bo we hikmeta xwe naguhere, yê ku bixwaze bibe mosîqar, divê ku ji zimanê dinyayê têbigihîje, mosîqa têgihîştin e, lê tenê têgihîştina wan tiştan nîne ku diaxifin, hawar dikin û dengê xwe didin me, mosîqa bihîstina wan tiştan e ku dengê wan nîne û rêwîtiyek e li aliyê dinê deng û rêwîtî ye di nava bêdengiyê de."
Sayfa 31 - avestaKitabı okudu
Xelk nema dê bikarin bêjin lo zimanê kurdan nîne. Zimanê wan tenê zimanê axaftin û dan û standinê ye. Lê dê bibêjin kurd jî wek xelkê xwedan ziman û xwedan kitêb in û zimanê kurdî zimanekî hêja, dewlemend û tekûz e, kurd milletekî kevn in û dahatiyên medan in.
Nehatiye dîtin ku we kêmasiyên xwe qebûl kirine. Hûn nizanin lêborînê bixwazin. Hûn tecawizî merivên xwe dikin û pişt re jî ji bo namûsê mirovan dikujin. Navê Xwedê hertim li ser zimanê we ye. Hûn gelek baş digrîn. Hûn metelokan guhdar dikin û rojên berê xeyal dikin. Dinya tar û mar be xema we nîne, bes bila kevirek ji mala we kêm nebe. Hûn bawer dikin ku xerabî ji derva tê. Li gorî we çavkaniya xerabiyê an cîranê we an jî  biyaniyên ku têne gund in. Hûn kor in. Hûn nabînin ew marê ku we dilê de hilgirtiye.
Rexistinên kurd li bakur, rojhilat û rojava pirr kêmasî di derbarê zimanê xwe de kirin. Rexneya min î herî mezin li tev gera bakurê welêt ew e ku dereng giringî da vi zimanê hêja. Lêbûrîn jê re nîne. Eger ev tevger fêrbûna zimanê kurdî neke yek ji armancên xwe yî herê sereke, dê helandina beşek ne kêm ji gelê kurd li vî parçeyî, hêsantir here serî.
Sayfa 298 - Weşanên AvestaKitabı okudu
Reklam
24 öğeden 11 ile 20 arasındakiler gösteriliyor.