Akış
Ara
Ne Okusam?
Giriş Yap
Kaydol
Halê Welat
Divê tu zanibî, ev bûne sê sal Min nedît xwîşk û bira, xelkê di mal Ne me dît axa welat, pîra dîyan, Ne vexwar kewsera gewr ava çîyan, Dipirsî îro ji min halê welat, Dê bêjim jê diçin sed agir û pêt, çi çîya, deşt û newal, rêl û zimag, çi bajar, gund û kelat avahî pag, Heya bi dar û çîya kuç û zinar, Bi girîn, kezeb ji min anîn xar. Ne kêzan, ne şivan û şîna giran, Sorgerî ava çeman bi xwîna biran, Rojê sed êş û birîn, renc û keser, Ji dil û cergê wan der têne der, An dibin arnanc ji bo tîra neyar, An dibin ji nav welat bê şûn û war, Axivîn ji canê welat diwazde birîn, Herikîn Dicle, Firat deh sala xwîn… Qe nizam hewceye wî halê xirab, Ku ji min cerg û hinav kirîye kebab, Dibêjim bê sor û ber, bê doz û tol, Ji me çûn deşt û çiya, namûs û ol. Pir spas ji xwedê, we ew der ne dît, Tu bê qey nemane mêrxas û egît, Welat dîl, xelkê têda hemî reben, Bê girîn nabînî, rûkî li ken.
Şah Bi Qesda Kuştina Min • Melayê Cizîrî
şah bi qesda kuştina min rim hejandin bêsebeb Da me çeşmê qehr û xeşmê rim li dil da go edeb Kuştiyên dîdar û dînê bêxeta her deh sed in Her seher dîsa ji nû wên têne kêrê sed celeb Dê ji çerxê pencumîn bêtin tenezzul kit Merîx Mislê şemsê ger kişînîtin li wan tîxên xedeb Her mecala ew di cengê bêt û ret her carekê Rast û çep dê bêxitin sed sed
Reklam
Min Di Dil Kovan Hezar In • Melayê Cizîrî
Min di dil kovan hezar in dax û keyber bêhisab Mihneta werdên bixar in wên di dil da sed nişab sed nişab in min di dil îro ji xarên sorgulan Yek bi yek peykan çevî bûn çûne cergê da kulab Pir bi wan curhan xwe têr in lew ko dî derman dikir şerbet û ava heyatê şekker û qend û gulab Ger dused peykan di nêva dil biwan dê xweş biwan Her dema kewkeb
Meşşateyê Husna Ezel • Melayê Cizîrî
Meşşateyê husna ezel çengalê zulfan tab-i da Da `işq-i hil bit pêli-pêl Qelbê me bê cellab-i da Husna hebîb û lutfa yar Avête dil `işqa xedar Lew selb-i kir jê ixtiyar
Ji Remza Dîlberê Dîsa • Melayê Cizîrî
Ji remza dilberê dîsa Li min batin vejîn derde Di lebsê tariyê min dî Xwiya bû ew siyahcerde Di lebsê tarî û nûrê Perîrengê sifethorê Ji Wadî eymena torê
Mewlîda Kurmancî • Melayê Bateyî
Hemdê bê hed bo Xudayê `alemîn Ew Xudayê da ye me dînê mubîn Em kirîne ummeta xeyr-ul beşer Tabi`ê wî muqtedayê namiwer Ew Xudayê malikê mulkê `ezîm Daye me mîrasa Qur`ana Kerîm
Reklam
Beyta Dilî ( Dilo Rabe ) • Feqîyê Teyran
Dilo rabe dilo rabe, Veke çava, ku êvar e, Nezan û bes di xew da be, Bi newmê ra mebe yare.. Dil û şîrîn neke newmê, Ji nefsa xwe bike lewmê, Neçe nêzîka wê qewmê,
Jan-Name • Erd Agron
“ji bo Welî, Rustem, Nûman û hemû hestîwendayan” (Qefleyek mirov digeriyan di kontara çiyê de, karê xwe yê liservebûyî pêk dianîn… Digeriyan di bin taldan de, li nava deviyan… Derwêş sekinî û çok da erdê, pêşî duayek kir, piştre bi destan axê veda û hestiyekî reşbûyî derxist… Sê çar kes lê kom bûn, hêdî hêdî qefle tev lê civiya…) Derwêş “hê jî
Tu yê Min Î | Ebdilselam Xoce
diyarî milyaketan...yezdanan......û...Ehmed Huseynî...Helîm Yûsiv...... YasînHisên...Beşîr Mele...Nisredîn Brahîm û hinin din) Ezê agir.. bi buhar.. û.. şînkahiya.. Amûdê xînim…… Bîranînên zaroktiyê....
Hezaz Xalî
li wê çolê, li wê berpalê ji zemanê sed û bîst û çar hezar pêxemberan û bi vir de, ji newala kesk û şîn a zarotiya min heft çiya û heft geliyan bi wir de bi bakur de birîneke kûr, dûr û tarî birîneke kevnar, sar û xalî
Reklam
Jin Hene Jinkok Hene
cihan bûye zivistan rê û biwar rawestan berf û baran û bahoz hawîr bûye terpetoz çûk nikarin derkevin teba nema dilivin
Ey Heval Robson!
Ey heval Robson dengbêjê cîhan Paşmêrê selam zana û insan Gernas û rênas, dijminê Dalas Di ser ava re, di ser çiya re Rengê te ê reş tê ber çavê me Dengê te ê xweş xweş tê guhê me Ev xebata te didî me hêrzan Kêferata te didî me lerzan Ev tevgera te ji bona insan Pir jê ditirsin axa û dehqan Xwedî sermiyan ji te ditirsin Hemî xanedan ji
Ez û Tîtî
welat li bin piyê neyar miçiqîn co, kanî, cobar.. kavil kirin gund û cîwar sotin giya, devî û dar... zivistan bû, rojek pir xweş ez û kenzan bi dilê geş derketin nêçîre bimeş
Teşkilata Medreseyan li Kurdistanê
Alimekî ku îcazeya ilmê bigirta, diçû li gundekî, tenê ji bo riza Xwedê Teala medreseyek vedikir. Eger îmkan û derfetên wî hebûna, wî bi xwe îhtiyacên wê pêk dia- nî. Eger na, gundiyan ew wezîfe bicîh dianîn. Çawa ku seyda dersa telebeyan ji bo Xwedê, bê heq û ucret dida, gundiyan jî îhtiyac û aboriya wan digirtin ser xwe. Yani hemû telebeyan xwarinên xwe ji malên gundiyan dia- nîn. Gundiyan çi xwarin bixwara, rojê sê danan didan telebeyan jî. Carinan jî wî kesê ku medrese ava kiribû, xwarina feqiyan temîn dikir. Di van herdû rewşan de jî ji wê xwarinê re bi Kurdî digotin "ratib". Feqî û telebeyên medreseyan salê carekê ji bo komki- rina zekatê derdiketin gundên der û dora xwe. Bi vê ze- katê ve pereyê cil û bergên xwe temîn dikirin. Mela Seîd di vî mudetê telebetiya xwe de qet neçûye zekat û ratibê. Lewra di nezera Mela Seîd de çûyîna rati- ban her wekî ku mirov li ber xelqê destê xwe veke û husti yê xwe xwar bike, wisa lê giran dihat. Lewma hewcedarî bi girtina zekatê jî nekir. Heta dema ku hevalên wî di- çûn zekatê, ew nediçû û tenezzulê wê nedikir. Gundî pê hesiyabûn ku Seîd li xwe danayne ku here zekatê hilde, lewma mutehessis bûn û di nav xwe de jê re hinek alîka- ri kom kirin ku ji yên wan hevaldersên wî yên ku ji bo zekatê digeriyan zêdetir derket. Wek hediye ji bo xercki- rinê tînin didine wi. Wî ji ber îhtimala minnetê, ev pere negirte ser xwe. Da birayê xwe Mela Ebdullah.
di nav bêdengiyek dojehî de tenê "çûyîn" zindî ye û çûn ew çûn em çûn her kes çû
Sayfa 116 - Weşanên AryenKitabı okudu
23 öğeden 1 ile 15 arasındakiler gösteriliyor.