Ebûl Eswar Şawir carek rabe li ser piyan Birc û çeperên kela te tev hilweşiyan Jiyana Aşût û Anûşkayê jî di ser de Şehadeta van evîndaran em pê zehf êşiyan Cihê keder, kul û xema ye Zivistan e, lêbelê qet ne serma ye Aşût şerbeta şehadetê hildaye Anûşka di bircên bajarê Gencê de ne xuya ye De rabê Aşûtê min, de rabe De rabe dotmîra min Anûşka, de rabe Dewleta Şedadiyê hilweşiya Ya Rebî ew çi rewşeke xerab e.