Lê ji nêrîn û bêhnê xetertir ziman e... Erê, tu tişt ji ziman xetertir nîne, bi peyvekê kesên bê îman u îmandar ji hev cuda dibin. Peyv, dikare ji şeytên pîstir û ji xwînê sortir be, peyv e kû serîyên westiyayî û lawaz û bi fîtne û xeyalan tije dike, lê her peyv e ji, pîroz û bi heybet û bi hurmet e. Peyv e ronahîya îmanê dixe dil û derûnan, peyv e kû peyama Xwedê digihîne me.
Fakat görmek ve koklamaktan daha tehlikeli olan şey dildir. Evet hiçbir şey dilden daha tehlikeli değildir. Bir söz ile imansız ve iman sahibi olanlar birbirinden ayırt edilir. Söz şeytandan daha kötü ve kandan bile daha kırmızı olabilir. Söz idir beyinleri ve cılızlıkları fitne ve hayaller ile dolduran. Fakat söz idir bir de kutsal, heybetli ve hürmetli olan. Söz idir iman ışığını kalplere ve zihinlere sokan, söz idir Allah' ın mesajlarını bize ulaştıran
Dil pir dixwaze ku Hêvî hêviya kurdanbe,
Di warê ziman û zanistî her xwedî şanbe,
Zaravayên me bighîne serhev di pêşende,
Kurdan nehêle di nava cihanê şermende,
Heya bi îro em tenê bê zar û ziman bûn,
Di nava gelan pir bi şûnda gelek nezanbûn,
î ro jî dibînim gelek xwendayên me kurdan,
Gelparêzin ew haya wana nîne ji ziman,
çawan bê ziman gel di cîhan tête parastin?
Bi çi lebatî maf û rûmet hatine xwestin…
Tenê bi ziman mirov cuda bûye ji dehban,
Pê xwend zana bû firiya xwe gihande ezman
Lewre divê em ji bo ziman xwe biwestînin,
Heya bikarin kurdan ji tengiye derînin,
Bijîn kesên kû ji bo ziman dikin xebatê,
Ew in berê gel diguhêzin rêya felatê.
20.01.1984
Ez bi tirkî rind nizanim, lê min gelekî bihîstiye. Li Iraqê min erebî û inglîzî gelekî bihîstine. Li Sûriyê her rûj erebî û frensizî dibihîsim. Ez van datînim ber hev û dibinim ku şîraniya zimanê kurmancî di tuwan de nîne.