"...Mîdya kambaxîya mezin ew e, vê dinyayê êdî awayê xwe yê ebedî wergirtîye; kambaxîya mezin ew e nikarim di wan bajaran de û di wan dinyayan de ku awayên xwe yên ebedî wergirtine bijîm, ji vê kambaxtir jî ew e ev daristan, nikare şêweyekî ji xwe re çêbike; hest, xewn û proje li vir hêdî hêdî şêweyên xwe winda dikin; dildar li vir nizanin çi bi eşqê bikin, mirov nizanin çi bi xeyalên xwe bikin."