Akış
Ara
Ne Okusam?
Giriş Yap
Kaydol
Gönderi Oluştur
Bi xwe nekarîm herim dîtina
Şükrü Erbaş
Şükrü Erbaş
birayê min ê nestêle
Ahmet Buldık
Ahmet Buldık
ji min re dîyarîya wî anî. Dawîya şevê baş hat. 🥰💕 "Bi dilê herheyî yê hezê" 🌼
Bersiva Hoşeng
Hoşeng! Roniya çavê min, Pandiyê navê min, Hêviya min a pêşîn, Di nav pêrêyên jîn, Divêm çend peyvan li gel te bikim. Bê qirên û deng
Reklam
Wextê ku ez hatim zanîngehê
Roj bi roj nas kir, piştî duwanzde sal xwendin ku hatiye axurekî! “Ev ne zangeh e, ev nezangeh e.” Hêdî hêdî hêviya wî bi dîtina xort û keçên rewşenbîr windadibû. Nemaze di salên destpêkê de. Kete deryaya siyasetê û “xebata ji bo welêt”.
Sayfa 35
+ Fikr û ramanên Mewlana
Li gora Mewlana her çiqas ji derve ve cihêtî xuya bike jî, di hebûnê/wucûdê de yekîtî (wehdeta wucûdê), esas û bingeh e. Cihêrengîyên mîna îman-kufur û xêr-şer, li gor nisbeta dîtina me ne; li gor nisbeta Xweda, ew hemû "yek" in. Xirabî, ji qencîyê venaqete. Heta ku xirabî tune be, ne mumkun e ku xirabî bihê terikandin. Dîsa bêyî hebûna kufrê, dîn çênabe; çunkî dîn, dev ji kufrê dide berdan. Xaliqê wan jî yek e. Li gor wî, rizgarîya ji dualîtîyê, yanî tewhîda rasteqîn, bi wê yekê çêdibe ku ebd/îbad, dev ji hebûna xwe berde, ji hebûna xwe, bi temamî xwe bişo. Nabe ku li cem Xwedê du "ez" bihên gotinê. Li ser vê mijarê ew wiha dibêje: "Tu dibêjî ez, Ew jî dibêje ez. An tu bimire, yan jî bila Ew bimire da ku ev dualîtî nemîne. Li gor ku mirina Wî ne mumkun e, mirin dikeve ser te." Mewlana, bi vî awayî cextê dihêne ser wê prensîba "mirina berî mirinê."
Sayfa 37 - Nûbihar
Nesrîneke Wendayî
Ey delalo! Delalê nesrîna li ber ba Ketî, Delalê kêla bê nav û gora bê deng û bejna li nav wê Raketî
Bêwar Îbrahîm
Demsala Dil
Dema ku dil te dibîne li ku û di kîjan demsalê de ji bilî wî kî dizane? bê çi pêre çêdibe û çi di dilê wî de
Reklam
Bila sax be, dîtina wî ne xem e. Zanim ez ê nema pê şa bibim. Ez ê... Bila ez derdê wî nebînim...
Dîtina Sani‘ê Zulcelal...
Ey ehmeqê serxweş ê ku ji ehmeqê herî ehmeqan ehmeqî bûyî! Serê xwe ji avzêlka siruştê derxîne, li pişt xwe binêre. Wî Sani‘ê Zulcelal ê ku ji zerreyan bigre hetanî gerstêrkan hemû mewcûdat bi zimanên cuda cuda şahidiya wî dikin û bi tiliyên xwe wî îşaret dikin, bibîne.
Sayfa 229 - Zehra
253 syf.
·
Puan vermedi
LEYLANA KESK AN PAÇIKA SIPÎ
Berhem bi navê Leylana Kesk ku teref Aynur Dogan ve hatiye nivis. Berfanbara 2016an li weşanxana J &Jyê hatiye çapkirin.Niviskarê sazka xwe li ser du aliyê civatê avakiriye. Yek ji wan Keskê ye; Keskê aliyê herî herî başe;Keskê bi xuşk û biraya , dê û bavê û kalik û pirik dijî. Malbat malbate gelek gelek bextewar û maqule . Hevdu pir
Leylana Kesk
Leylana KeskAynur Aras · J&J Yayınları · 20161 okunma
Xanî, dilê min,Demokrîstos qurbana te be:))))
Xanî ku dibêje: (N"'ınin çu netîce bê qedaya) hem îşaretê bal qanûna îllîyet û sebebîyyetê va, hem jî îmayê bal mentiqa dîyalektîkî (dîyalektîka maddî) va dike. Gerçî dîyalektîk bi şekl û mefhûmê Marksîstî ya îro, di dema Xanî da tune bûye, lê belê, bi me'na cedel û munaqeşe kirina ji boy gîhîştina bal heqîqet û rastîyê va, bi me'na fikr û dîtîna dîyalektîkî der heq madde û tetewwur a madde û Alemê da, pirr tarîxî û kevne ku pêşîya wî heta bawerîyên kevnên Hindistanê û Antîka Yûnan va diçe; wek felsefe û nezerîyekî felsefî, ji qirna pêncan berîya Mîladê da, ji fikra "DEMOKRISTOS" derheq cewherê ferd û Heyûlayê da, destpêkirîye û hatîye, bi dîyalektîka maddîya Markisî gihîştîye merhela xwe ya îro
Sayfa 73
Reklam
Şanoname
Mem û Zîn Perdeya Sêyem Perde dema ku vedibe, Mem li ser doşeka xwe rûniştî ye û li benda Zînê ye. Dema ku dengek tê dilê wî hildiavêje. Paşê dinêre ku yek tê ku çarşev li ser e. Bê hemdê xwe hewl dide ku rabe. Dema ku dibîne ew jin Perîzad e, fedî dike. Paşê birqînek tê ber çavên wî û Zînê dibîne. Hêz di çoka wê de nîn e û destê xwe daye ser milê Perîzadê. Perîzad, Zîn bir ser doşekekê dide rûniştandin. Perîzad berê xwe dide Mem: - Ey ne zilam, tu çima şepirze yî? Ji te werê tu şêrkuj û egîd û gelek wêrek î. Devê xwe veke, qise bike ku bila Zîn were ser hişê xwe. Te xêrhatinî jî lê nekir. Ewil te hewl da ku ji ber min rabî. Niha çima xwe wiha bi naz difroşî? Mem keniya û got: - Şêr di çoltera evîna te de dibe rovî. Mem berê xwe da Zînê, bi çavê xwe xêrhatinî lê kir. Hîn jî ji devê wî gotinek dernediket. Di dawiyê de mîna ku bêhna wî çikiya be dibêje: - Zîn... Zîn... a niha... min bawer kir ku tirsa canan zêdetir e ji tirsa şêr û tîr û kuştinê... Ez û lerizîn... Ev gelek giran e. Bi Xwedê gelek giran e. Bawer bike heta niha qet nerecifîm. Wisa dixuyê ku ez êdî tim li hêviya dîtina te bim û êdî karê min bi hukimdarî û dinyadariyê nîn e. Min ji bo evîna te hemû feda kirin. ... Pîremêrd
Mem û Zîn
Mem û Zîn
Şahnameya Kurdî Rustemê Zal û Heft Xana Wî Çîroka Kûkê Kuhzad Digel ku Firdewsî di Şahnameya xwe de behsa destana şerê Rustemê Zal û Kûkê Kuhzad nake, ev destan yekem car wek pêvekên Şahnameya Firdewsî ji aliyê Turner Macan di sala 1829ê de hatiye çapkirin. Çendin riwayetên cuda yên destana Rustem û Kûkê Kuhzad li ber dest hene. ... Di her du
Macbeth Kurteya Macbethê Rojeke seqaya xwe bêhnçikên. Li Skotlendê şer li dijî serkêş û serhildêran berdewam e. Li çolxerabekê, li dereke bê dar û ber, sê pîrebokên ku 'sê xwîşkên nexalî' ne, li ber gurregurra 'ewran û şîrqeşîrqa birûskan, tên gel hev, piştî ku her sê bi kurtî bi hev dişêwirin, rêkeftinê çêdikin ku çerxa felekê
74 öğeden 1 ile 15 arasındakiler gösteriliyor.