bi te re me û bêdeng dimeşim
dema ku min ji te hez kir
min ji xwe zêdetir hez kir
bêdeng dimeşin
ev bêdengî tenêtiya min lihev dide
ev bêdengî hêdî hêdî min dişewitîne...
Ez jî rabûm min destê xwe bilind kir ku ez jî bi zimanekî din dizanim ku ne Tirkî ye.
Mamosteya min berê xwe da min û got:
-Sen hangi dili biliyorsun bildiğin dilde "seni seviyorum" nasıl söylenir kızım?
Min got:
-Ju te hez dikim.
-Peki konuştuğun dil neydi, kızım, hangi dille söyledin?
Bi serbilindiya ku ji billî Tirkî ez jî bi zimanekî din dizanim û weke wan hevalên xwe aferînekê jê werbigirim, min gotê.
-Kurmancî.
-Yok, kızım... böyle bir dil yok, dünyada böyle bir dil olamaz. Sadece sen ve ninen anlamış ve dil diye konuşmuş olabilirsiniz. Ama böyle bir dil yok. Hani bazen anne ve babalar ne konuştuklarını çocukları anlamasın diye uyduruk bir şeyler çıkarırlar ya, bu da öyle bir şey, kuş dili diyoruz buna. Mesela: afsır dıfsır nıfsır dıvsır. Yaaa, benim güzel kızım. Hadi şimdi bu dili aklından, ağzından çıkar at kızım...sadece çirkinler konuşur böyle.
Ez nikarim bêjim min bîriya te kir lê ez dixwazim te bibînim
Ez nikarim bêjim ez ji te hez dikim lê ez dixwazim tu her li gel min bî
Ez nikarim bêjim neçe lê dikim ez dîn bibim
Ez nikarim bêjim tu evîna min î lê rondikên bêdeng dirijînim
Ez nikarim bêjim were lê ji hesreta te dîn dibim
Ez nikarim bêjim tu gula min î lê ez bûme bilbilekî lal û bê deng
Ez nikarim bêjim tu xeyala min î lê tim tu bi min re yî
Ez nikarim bêjim tu delala min î lê dikim xwe bikujim
Ez nikarim bêjim tu karxezala min î lê tim di kemîna te de me
Ez nikarim bêjim tu mêkewa min î lê tim li ber hêlîna te me
Ez nikarim bêjim tu bedewa min î lê nikarim çavên xwe ji veguhezînim
Ez nikarim bêjim roniya çavê min î lê ji xeynê te tiştek nabînimEz nikarim ti tiştek bêjim ji bo te lê ji bo te dijîm
Were bibe zimanê vî lal î
Were bibe dilê vî dîn î
Were bibe jiyana vî miriyî
Deniz gezmiş için çırpınan kız
Bilmek istiyorum şimdi nasıl yaşıyorsun?
Elif elif ağlardı zeki Müren dinlerken
Neden bir kar yağışıdır anneannem aklımda.
Bir mitingte gözlerimin dolması
Ben sosyalizmi hep sevdim.
~~~~~~~~~~~
Keçika ku ji bo Deniz Gezmiş kelecahd dikir
Dixwazim zanibim tu niha çawa dijî.
Elîf elîf digirîya gava ku li zekî mûren guhdarî dikir
Çima berfbarînek e di hişê min de dapîra min.
Di xwepêşandanekê de tijebûna çavên min
Min ji sosyalîzmê tim hez kir.