Ez im, Evdal im,
Wextekê Evdalê Zeynikê bûm, xortekî çardeh salî bûm,
Siwarê caniyeke sê salî bûm,
Li dîwanên hakim û mîran, beg û begleran bûm,
Dengbêjekî serekê dengbêjan bûm,
Ber dilkê qîzan û bûkan bûm,
Îro kor bûme, ji dinyayê bi dûr ketime,
Lê, bi siûda rindî Bengîn û Meyro dikenime,
Ew ê mala me şa bikine, birînên me bikewînine