Akış
Ara
Ne Okusam?
Giriş Yap
Kaydol
Gönderi Oluştur
Raperîn • Rûbar Elî
Îşev qetla min helal e Li ser bircên Amedê Di bin çend stêrkên welêt de Min bi serserkî berdin xwarê Bila stûyê min ji nermiya hewayê bişkê Ne ji hişkiya erdê Îşev qetla min helal e Kevirekî bi piyê min ve girêdin Û min berdin bin behra Wanê Bila goştê min bibe zirav Ji kefalên rengesmer re Îşev qetla min helal e Herdu çavên min birêjin Û bikin du şînok Yekî bi deriyê me ve kin Yê dî bi sîngê zarokên Şengalê ve Ger hebe daxwaziya min ya dawî Ji bo Xwedê û hemî pêxemberan Çend stêrkan biguvêşin Ji asîmanê welatê min Û li ser sîngên helepçê Binuqutînin lêvê min. RÛBAR ELÎ
Ji yar dûrim Ji welat dûrim Rêya min dûre Zeman youtu.be/HmZxDiRPzo8?si=...
Reklam
Bihara min bû zivistan Ne gul maye ne gulistan Çar havîrdor bûye goristan Ka welatê min Kurdistan.... Zinar Sozdar...
Gûla buharê, xemla âdare Tûwî axa mîn tûwî welatê mîn Çave mîn ronî dîbê, bî dîtina tê Hamit Karadeniz
Can Welat Can
Nizanim ez dilê min kê ra dîn e Awarê kê, mala kê da dimîne Nizanim ez dilê sergeşteyê min Dîlê mest nêrgiza kîjka şîrîn e
12ê Avdarê Cejna Şehîdan
Deh û duyê avdare serhildan çesipandin vê deye kurdistan Destan û hinerê xwe dan xuyan Dîsan bi derew wê dikin rûdan Gava qamişlo pirîskan avêt Amûdê medî bû agir û pêt Wek pêlên derya kurd rabûn serxwe
Reklam
Ziman dê ye, ewlad lê ye Welat bav e, hukum navê ye Bè welat, merî sêwî ye… Dayika min e, ziman delal Methê kibîr hertim bal Te kişandim xem û xeya
Destana Memê Alan
(…) Zînê got: “Lolo, Memo, dilê min bi kul û bi jan e. Madem ku tu guh nadî gotinên merivane Ji berê da, xelkê kêmanî xistine derê me jinane, Dibêjin: “Jin parsiya kêm in û rûreşiya dê û bavane.” Were destê xwe bavêje destê min û min çek ke ser pişta Bozê Rewane, Berê xwe bide welatê xwe, bajarê Mixribiyane, Bila heywan me her duyan bibe,
100 syf.
·
Puan vermedi
·
14 günde okudu
Min pir ne eciband
Hevalno xwendinê baş û tehma pîrtûkan zêde bibe (silav ji we re). Min her tim stranê wê guhdarî dikir, dengek xweş û helbestên maaf gelek hene)) Li gora min Mem; pir xweş nivîsandin nekiriye. Çima? Gelo mîna ku stranê dibêje pir nîvço maye hinek helbestan. Tehma welatê min pir nehat, ez sîrûcê me behsa wir tûneye (heke ku derbas bûya) xwazî hinek di şiyar bibe ser nivîskarê, helbest rind derneketine, Dîsa jî ser helbestê Kurdî xweşe Xwendina baş ji we re xwendekarno.
Quling Ewr û Ba
Quling Ewr û BaMem Ararat · Zîz Yayınları · 202374 okunma
Dayé
Dayê îro min berde Bê dengî êş û derd e Dayê divê bibêjim Kulê dil ez birêjim Me berda rêça gela Me da pey şêx û mela Em ketin derya bela Dayê te got min bela
Reklam
"Xwedayo... Di vê destê sibê de, di nav vê berfa spî de Ev dinya, ev jiyan, ev der û dor ev çiya çiqas xweş dixuyin" wî got "Em diçin" wî got "Em diçin; lê mîna ku bav û kalan dikirin Ji vê roja nû re xêrhatîn. Ji vê berbanga welatê min re stran û gotin divê" Wi got
"Em diçin, lê kî dikare rê li berbangên welatê min bigire Kî dikare roja nû li welatê min qedexe bike?" Tarî diçû Mij û dûmana şevê diçû Şik û gumana man û nemanê diçû Jiyana xort û xurt li rê bû, Diçû
1.500 öğeden 16 ile 30 arasındakiler gösteriliyor.