Akış
Ara
Ne Okusam?
Giriş Yap
Kaydol
248 syf.
10/10 puan verdi
Kurtasîya Pirtûkê
Kurtasî ya pirtûka ÎSLAMÎZM DEWLET Û NETEWEPERWERIYA KURDÎ ya Kamal SOLEIMANI DESTPÊK Di DÎROKNUSÎYÊN FERMÎ DE ÎMAJA KURD • Şêx Ubeydulahê Nehrî, Seîdê Kurdî / Nursî û yên wek wan divê wek islamist neyên kategorizekirin. • Ne Ubeydulah ne Şêx Seîd daxwaza pergala xelifetiyê dikirin. • Gelek ji siyasetên modernîzekirin û navendîkirinê ku ji
Îslam, Îslamîzm, Dewlet û Neteperweriya Kurdî
Îslam, Îslamîzm, Dewlet û Neteperweriya KurdîKamal Soleimani · Peywend Yayınları · 20182 okunma
80 syf.
8/10 puan verdi
·
Beğendi
Lalo Kerim di nava cıvata feodal de kesekî tenê û xwesere. Xuyaye niviskar bi raçavkirinek xurt çîrok honandiye. Bi rastî jî ew kesên di gundanda tenê ( bê êl û eşîr) dijîn. Ji bo wî gundîde starbin mecburin destemelbin ango gelek kar û baran pêk bibinîn kû. Gundî timayiya wan emelan bikin û wî kesî li gund bimerifînîn. Alîkîve jî çawa ku mirovekî sêf û bêkêr be qet tevlî wî nabin . Ew çi bike û çi bêje. Dine ber xatirê sêfbuna wî ango çawa ku xêrê lê dikin û dihêlin ew wî gundî bijî. Niviskar bi vê honandinê pergala civakê a dagirkeriya navxweyî derdixe meydanê. Dagirkerî, zilm û zordariya civatê a li hember kesên tenê û kesên bêhêz tê ber destê xwêneran. Niviskar keseyetek wisa diafirîne (Lalo Kerîm) him kesê wek xwe tenê him jî kesê wek wî xortî bêhêz diparêze. Çîrok bi zimanê xwe, bi buyer û u honaka xwe mînakeke zexm a pastoraliyêye. Çîrok her di atmosfera mistizmêde ye. Bîjê , gotinên mezinan û têgehên çandî ve buye neynika civatê.
Lalo Kerîm
Lalo KerîmJemal Nebez · Avesta Yayınları · 20232 okunma
Reklam
96 syf.
3/10 puan verdi
Doz a niviskar Burhan Tekî ku 8 çîrokan pêk tê. Di serî de doza çîroka nûjen dike. Çawa ku raya giştîve eyane, bi reçeteya dermanekî jî çîrok tên sazkirin. Niviskarê me jî çîrokên cûr bi cûr daye pêşberî xwîneran. Çîrok alî zimênve bi awayekî stabil diherikin. Lê dibe ku ji ber mijara( niviskarê me doxtore. Qurmê çîrokan jî ev pîşeyê û nexwaşxanêye) be hîn peyvê teknîkî hene ku wek wîzîte, otopsî hwd beloq dinimînin. Çîrokan de buyer pir, şayesandin kêmin. Çîroka Eywanê de berhemeke biraninê tê vegotin. Lê du encam hene anjî çîrok dû çiqe. Yek di bernama biranîna niviskar Ezîz Cemşîd de . Axêver Mahmut Serdar radibe divê Ezîz Cemşîd niviskarekî diz bu. Xwenêr wetrê çîrok ev bû. Ango diziya nepen a niviskarekî, piştî salan eşkere bû. Lê di wê eywanê de kurê niviskar û gelek kesên din bertek nîşan didin û tertê holê ku. Axêver nexaşe û tiştên nebuyîne dibêje. Çîroka Biryar de jî disa du dilî heye. Ne ewe ku biryara nexweş vebêje ne ewe rasthatina hevalê bavê xwe vebêje. Û çîroka Ji Mecbur. Di vê çîrokê de jî ewilî mijara çîrokê çawa ku hevnasîna vebêjêr û Ayselê be diherike. Lê niviskar biryarek nû dide û navenda çîrokê dibe ser hesudiya Ayselê. Ji Ayselê karakterek wusa diafirîne. Zehlê mirov ji Ayselê diçe. Hemû çîrok bi zimanekî baş, bê şayesandin û devê kesê yekem hatine vegotin. Dibe ku ji ber vê ye.Çawa ku hemû bîranin bin.
Doz
DozBurhan Tek · 20214 okunma
189 syf.
10/10 puan verdi
·
54 günde okudu
"An hûn an em!"
Ji ku dest pê bikim nizanim, pirtûkek bêhempa dixwînim: Selîm Berekat, gîyanê Qamişlokê, wêjeyeke xwezayî û jîyannameyek tijî... Selîm Berekat jîyana xwe, bi Erebî, bi deveke wekî ku romanekê binivîse berhev kirîye. Ebdelah Şexo yê ku ji Qamişlokê ye ev berhem wergerandîye Kurdî. Beşa yekem bi zaroktîyê dest pê dike. Û dinivîse:
Her Du Jîyanname
Her Du JîyannameSelim Berekat · Lis Basım Yayım · 20141 okunma
180 syf.
·
Puan vermedi
Li navçeyekî xeyalî (Asûs) .. lê çîrokên rasteqîn.. Roman di nava bîranîn û jiyana îroyîn de diçe û tê diçe û tê. Zêde nikarim hûrgilî behsa romanê bikim lê dikarim tenê tiştekî bêjim Divê mirov, gava kê pesnê salên 90î bide vê pirtûkê bavêje ser çavê wan..
Berfa Sor
Berfa SorMehmet Dicle · Ziz Yayınları · 20235 okunma
168 syf.
9/10 puan verdi
·
Beğendi
'EZ SOND DIXWIN EZ EDÎ NEBIM KURD"(r.104)
Deqe çîrok an jî çîrokên dapalandî. Edebiyata cihanê de her çiqas cureyek nû be û hîn pênase lap nehatibe kirin jî em dibinîn kû zargotina Kurdî de ev cure berê de hebû. Di nava gel de him bi forma deqa him jî bi forma diyalogan çîrok hatin dapalandin û kurte kurt dihatin gotin.Çîrokên vî teşeyî en Kurdî Mele Mehmudê Bazidî (1797,1867) bigire
Lîlav
LîlavWeysel Tirpan · Avesta Yayınları · 201620 okunma
Reklam
100 syf.
10/10 puan verdi
Mem ararat...
Ji kitêbeke nû hêj germ û gelek ciwan silav... Ez serî de li xwe mikûr bêm kû eva cara yekem e ku kitêbekê, rojekî de bi dilxwazî dixwînim... Mem Ararat, wek hun dizanin stranbêjekî dengzîz û kurdewarekî hêja û zimanaxiviya xwe de herikbar e. Ne hewceyê pesnê deng û kesayetiya wî bikim lewre wî jî silavek da qada helbestvaniya pirtukî... Belê, kitêba wî ya yekem bi navê "Quling Ewr û Ba" beriya çend rojan ji weşanên Zîz'ê der çûbû. Ez jî wek çend xwînerên bişans bi kampanyayeke îmzeyê kitêba xwe da îmzekirin û bidest xist. Kitêb; ji sê beşan pêk tê. Yekem de 9 helbest û çendên wê bi deng û muzîka Mem bûne stran. Ji vê beşê helbesta "ji êvareke Amedê" gelek min hestiyar dikir û dubare bandor li ser dilê min de hişt. Beşa duyem de 5 helbest hene li vir jî yên bûne stran hene, helbesta "Ez û Tu" bandor li ser dilî girt... Beşa sêyem de bawerim wek navê beşê gotiye " çend gotinên li dû stranan e, ji niha re" de gish albûma muzîka wî de cih girtine. Ji van jî yên ku ez ji guhdarkirina wan hez dikim û xwendina wan de jî hestiyar bum; Xaçirek,Li ser çavan,Koçer,keziyên yarê,rindê... bûn. Bi van agahî û hestên xwînerî ez dubare,beşdarbûna nivîskariyê a Mem Araratî pîroz dikim..hêviya'm helbestên nû wek kitêb çap bibin. Li me xwîneran pîroz be
Quling Ewr û Ba
Quling Ewr û BaMem Ararat · Zîz Yayınları · 202377 okunma
172 syf.
7/10 puan verdi
Pirtûka Anthony Burgessî ya bi navê "A Clockwork Orange" di çanda şidetê ya pêşerojê da hatîye danîn. Karakterê sereke yê pirtûkê Ciwan Alex, bi komek hevalên xwe re li kolanan terorîze dike û cezayê girtîgehê lê tê birîn. Di girtîgehê de tedawiya taybet ji Alex re tê dayîn: rêbazeke bi navê "Teknîka Ludovicoyê", ku ew berteka
Otomatik Portakal
Otomatik PortakalAnthony Burgess · Türkiye İş Bankası Kültür Yayınları · 200991,8bin okunma
408 syf.
·
Puan vermedi
·
9 günde okudu
Li Ser Keleha Dûr Çend Kelamên Kûr
Merheba Jannim :) Vê carê bi berhemeke ter û can li hemberî we me. Cureyê berhema me roman e ku berî çend mehan ji weşanxaneya Lîsê der çûye, ji çar beşan û 415 rûpelan pêk tê. Nivîskarê vê romana mûazzam Bawer Rûken bi vê berhema xwe ya dawîn vî yekî nîşanî me dide ku qelema xwe ya zêrîn, tûjtir û xurttir kiriye. Ji hûnandina rêzebûyeran bigire
Keleha Dûr
Keleha DûrBawer Rûken · Lis Yayınları · 02 okunma
186 syf.
10/10 puan verdi
·
Beğendi
·
6 saatte okudu
Neden Bu Kapaklar?
Sorarım size neden? Neden kitabın içeriğiyle alakası olmayan bir kapak kullanılır ki? Gören seks kitabı zanneder ama öyle değil. Hemde hiç. Tamam smut var mı var hemde ne var off ama ana teması bu değil kitabın. Lana 10 yıl önce tüm hayatını değiştirecek olan bir gece geçirmiştir. O gece ona yaşatılan şeyler ruhunun derinliklerine işlemiş, insanlıktan çıkarmış ve kendisini ölüm meleğine dönüştürmüştür. Onu bu hale getiren insanlardan tek tek öcünü alacaktır. O geceden 10 yıl sonra seri katilimiz kollarını sıvar ve hepsinin ruhlarına sızar. Logan Bennett bir FBI ajanı, işinin en iyisi profil uzmanıdır. Sizin tek bir kaş hareketlerinizle ruhunuzun içini görür. Ama atalarımız ne der; Aşk insanın gözünü kör eder. Tesadüfi bir şekilde bu 2 katakterimiz karşılaşırlar ve aralarındaki çekime dur demezler. Ne Logan Lana'nın kim olduğunu biliyordur ne de Lana Logan'ın kendisine bu kadar iyi geleceğini. Ateş ve barut bir araya gelirse ne mi olur? Okuyun ve görün. Katakterler, olay örgüsü, cinayetler o kadar iyi tasvir edilmişti ki her kitabı ağzım açık şekilde okudum. Beş kitabın beşi de mi birbirinden mükemmel olur, hepsinde son sayfa böyle mi vurgulayıcı olur. Türünün en iyi örneklerinden diyebilirim tabi benim okuduklarım arasında bunu da belirteyim. Unutamayacağım hatta unutmak istemeyeceğim bir kitap. Keşke Türkçeye çevrilse de bir daha okusam. Ama nerdeee... Son olarak Sibby senin b*kunu yesin Lana.. o nasıl öldürme şekilleriydi öyle..
Paint It All Red
Paint It All RedS. T. Abby · 201684 okunma
Reklam
130 syf.
·
Puan vermedi
Çevirisini aşağıya koyarım. Keyifli okumalar dilerim
Gelek dem bû ku min nenivîsandibû. Di demên dawîn de hişê min ji ser serê min çûbû û boyaxa pênûsê min bi awayekî hişk bûbû. Lê bi xêra xuşka min a delal
Kitabsever
Kitabsever
her tim hewl dida min qanî bike.Min got em tiştekî binivîsin, çi tê serê te (eger tu dixwazî ​​li min bifikire wisa binivîsîne...) Dilê min, bi destê min dinivîse heta ku ew
Fenomen
FenomenGürkan Uğur · Perseus Yayınları · 202337 okunma
376 syf.
8/10 puan verdi
·
Beğendi
Niviskar Nihat Gultekin xebata xwey lêkolin û berhevkariyê . A li ser Gelî wek rêzepirtûk berhev kiriye û bi wî teherî jî çap dike. Dîwarê Me jî Hilweşandin pîrtuka sêyemine(3.)Di vé berhemé de 17 kesan re hevditîn pêk aniye. Ev kes piranî kesê nivşa duyeminin. Tenê şehidek dema siyaseta gelî de hebûye. Ew jî pênç salî buye. Yanê tiştek nayê
Dîwarê Me Jî Hilweşandin
Dîwarê Me Jî HilweşandinNihat Gültekin · Doz Yayınları · 20231 okunma
253 syf.
·
Puan vermedi
LEYLANA KESK AN PAÇIKA SIPÎ
Berhem bi navê Leylana Kesk ku teref Aynur Dogan ve hatiye nivis. Berfanbara 2016an li weşanxana J &Jyê hatiye çapkirin.Niviskarê sazka xwe li ser du aliyê civatê avakiriye. Yek ji wan Keskê ye; Keskê aliyê herî herî başe;Keskê bi xuşk û biraya , dê û bavê û kalik û pirik dijî. Malbat malbate gelek gelek bextewar û maqule . Hevdu pir
Leylana Kesk
Leylana KeskAynur Aras · J&J Yayınları · 20161 okunma
71 syf.
·
Puan vermedi
·
17 günde okudu
Merheba xwîner û xwînxwarên edebiyata kurdî :) Piştî demeke dirêj, dikim bi kurtenivîsekê ve bala we bikişînim ser berhemeke kurdî. Berhemeke ku xwediyê wê bi salan e, bi keda xwe ve gurr dike agirê edebiyatê. Ariya Giyanên Stewr, pirtûka Sîdar Jîr a ewil e ku di sala 2004an de ji weşanxaneya bajar derçûye. Pirtûk ji neh kurteçîrokan pêk tê ku yek ji yekî bi tehmtir e. Nivîskarê me, bi tehlîleke gelekî zelal û qewîn vegirtiye guliyên bûyeran. Ji ber hindê kêfa min gelekî ji lehengên wî ra jî hatin, lewra ev leheng bêyî ku xwîneran biwestînin hûrik hûrik dimeşiyan di nav berhemê de. Mijarên ku hatibûn hilbijartin jî ji aliyê sosyo-çandî ve gelekî bi qîmet bûn, va ye bîst sal di ser ra derbas bûye lê hîn jî heman mijar di edebiyata kurdî de li eniya pêş in. Min beriya vê pirtûkê du pirtûkên din ên nivîskar xwendibû lê min pê dernexistibû ku Jîr çavdêrekî evqas serkeftî ye. Di taliya her çîrokê de min di dilê xwe de pesnê çîroknûsiya wî dida. Aliyekî din ê vê berhemê hebû ku piştî xwendina wê, ewrên reş li ser serê mirov tov dikir. Lewra her çîrok yan bi mirinê, yan bi kuştinê yan jî bi jihevbûnê diqediya, ev yek jî bivê nevê meriv kaşê nav atmosfereke xembarî dikir. Lê meriv dîroka nivîsandina vê pirtûkê binêre, dikare bibêje ku ev yek bi atmosfera wê demê re eleqedar e. Ez di nava cureyên edebî de herî zêde ji çîrokan hez dikim, ji ber wê dema çîrokeke serkeftî dixwînim bêtir kêfxweş dibim; hem ji bo têrkirina ruhê xwe yê ku birçîyê xwendinê ye, hem jî ji bo edebiyata xwe ya ku birçîyê berhemên serkeftî ye. Birçîyên wek min divê teqez vê pirtûkê bixwînin :) Spass!
Ariya Giyanên Stewr
Ariya Giyanên StewrSîdar Jîr · Bajar Yayınevi · 20041 okunma
83 öğeden 1 ile 15 arasındakiler gösteriliyor.