Dûrketina war û welat
Bi gotinê belkî hêsan e, lê mesele sırf meseleya kîlometreyan nîne. Mesele, meseleya kok, çand, ziman û gel e... Meseleya dûrketina ji perçeyek ji rûhê xwe ye...
Ziman nîne…
ziman nîne şekir e şerbet e şîr e hingiv e de were nemije de were bisekine... dev nîne afat e agir e roj e jiyan e de were nexwe de were bisekine...
Sayfa 73 - occo mahabadKitabı okudu
Reklam
190 syf.
·
Puan vermedi
·
25 saatte okudu
Wiliam Shakespeare li ser kesayeta wî bi zêdeyî tişta em dikarin bi nivîsîn, ka çi kiriye an çi nivîsandî ye. Nivîskarek çewa ye.... Lê yek armanc ew e ku me ji pirtûka wî çi fêmkir? Bi kurtasî em bibêjin, Shakespeare bi mirov perestî (hümanizm) tê binavkirin. Aliyê nivîskarî de jî hem helbestên wî henin, hem jî trajediya yên wî... Em hinekê pirtûka wî lêkolîn bikin, li ser hinek xala bisekinin! Ya bi pêş çav mir (Kral Lear), axa xwe (em bibêjin dewlet) di nava sê keçên xwe par dike (lêyve dike), Du keçên wî para xwe digirin, keça wî ya biçûk naxwaze para xwe bistîne. Mîr (Kral Lear), vê yekê, bê rêzdarî dibîne û keça li ser xaka xwe naxwaze, û li welatê xwe derdixe, keça xwe nêzîkê mîrê frensî dike, Herdû keçên wî û zavayên wî, dixwazin hêza xwe li ser xaka bavê xwe û ya li wan hatî parkirin zêde bikin. Hêz... Şêrîn e, her du keçik di çerçovê de, bi fîtne û fesadî, bi xapa, bi dûv hêzê dikevin. Lê wekî her car, hêz jehr e, dibe dawiya jiyana wan. Mîr jî dibe qurbanê xelatî û şaşîyên xwe, her çiqasî keça wî ya biçûk, dixweze bê alîkarî ji, di demê de nayê, û welatê wî belav dibe... Bu kurtasî pirtûk li ser van mijara derbas dibe. Bi zimanekê zelal hatiye nivîsandin. Demên berê hatibe nivîsandin, di jiyana me de jî cihê digire. Gelek tiştên di nav pirtûkê derbas dibin niha ji derbasdar in. Armanca min lêkolîn nivîsîn nîne, bi tenê dixwazim aliyê ziman de hinekê şiyarî bidim, em nêzîkî ziman bibin. Di her hêlê de zimanê xwe bidin jiyan....
Kral Lear
Kral LearWilliam Shakespeare · Türkiye İş Bankası Kültür Yayınları · 20098,3bin okunma
80 syf.
·
Puan vermedi
·
7 günde okudu
Dibêjin Xelîfê Ebbasîyan ji Behlul, ku ew yekî zanyar û bi rastî jî bi kûrahî alim e, dixwaze ku ew bibe Qadîyê Bexdayê. Behlûl helbet naxwaze, lewra ew bibe Qadî, têkeve bin emrê Sultan û bi mijarên ku ew ne baldarê wan e mijûl bibe, dê azadî û ilmê biterikîne. Behlûl dibêje na, Sultan dubar dike, dibêje na, Sultan sêbar dike. Behlûl dinihêre ku xelasî nîne, rojekê radihêle şiva xwe, dertê kuçê û xwe li dîntîyê datîne. Li şiva xwe wek hespekî siwar dibe, û dîntîya xwe beyan dike. Bi vê tevgerê hem ji Qadîtîyê û hem jî ji berpirsyarîyên statuya alimtîyê rizgar dibe(ev bêtirs bûn dibe ku alimtîya wî zêdetir jî kiribe). Ji wê rojê pê ve dibe Behlûlê dîwane û bê hesab û kitab çi tê ber zimanê wî teqsîr nake. Bi wezîran re, bi Xelîfe re qeşmerîyê serbest dike. Guneh û qusûrên herkesî bêfedî li rûyê wan dixe. Bi hişmendîya xwe serî bi aliman jî dertîne, bi dîntîya xwe kêfa dîna jî dike. Bi kincên parseka li texta Sultan rudinê, û wê textê jî hakîr dibîne. Tevahî meselokên di pirtûkê de, yên vî Behlûlî ne; Dîn û jîr, xêf û hişmend Behlûl. Meriv dide fikrînê jî, ji kena hêstir jî ji çavan tîne. Ez bêmerc pêşniyaz dikim. Ji vêya mehrûm nemînin. Pê re bikenin û pê re bifikirin.
Behlûlê Dîwane
Behlûlê DîwaneAbdullah Nıyazmend · Nubihar Yayınları · 02 okunma
ziman nîne şekir e şerbet e şîr e hingiv e
106 syf.
8/10 puan verdi
·
8 günde okudu
DI QIJALKÊ DE XWEHEYÎKIRIN Fewzî bîlge Qijalkê ji xwe ra dike navgîn û hijê xwendevanên xwe bi romana xwe a modern di nav sê zeman û gelek sîyan de dertîxe rewîtîyeke kûr û kurt. Bi xwe jî ne dikare Qijalkê bi çargavkî bibezîne ne jî dikare hikim li ser zeman , ziman û sîyan bike . Li qeraxa Gola Hazarê , li navbera dar û sîyan de ,
Qijalk
QijalkFewzî Bîlge · Lîs Yayınları · 202010 okunma
Reklam
54 öğeden 11 ile 20 arasındakiler gösteriliyor.