Akış
Ara
Ne Okusam?
Giriş Yap
Kaydol
Gönderi Oluştur
Em niha çawan û bi kîjan gotinan bikaribin Gulê salix bidin?.. Ew çilkeke zêr, dilopeke şîr bû. Porê wê zêr û dirêj, bejn û endama wê wekî periyan bû. Bi narînî û bedewiyê kes nedigihişte wê.
Ez Nizanim Çi Bêjim
Heval, ez bilûrvan im Dengê saza hozan im Ji we ez dilgiran im Ez nizanim çi bêjim Ez bilûra Marks im Dengê rista Bêkes im Ji hêvîyan avis im
Reklam
Destgirtîya Xortan
Nalînek tê guhê min, lê winda û nihan e Agir berda dilê min, tev bû pêt û dixan e Barek da ser milê min, lê barekî giran e Dane ser hev kulên min, hemî derd û bela ne Dengê kê ye dinalî, nalenala welat e Dikî gazî, dikalî, rabin çaxê xebat e Kurd û Zaz û Celalî, tev de çê kin civat e Kes xwe medin vî alî, îro roja felat e Xortên Kurdan şiyar
Pirîsk Û Pêtî
ma ku çav bigîhêjin hev dê cîhan firehtir nebe? ji hevşabûna destan dê kulîlk û kevok newelidin? xwina kolanan hînî zêmaran bû, bi kurdi li singa xwe dide û tenê ji bo erzanbûna xwe digirî.. ma îcar dê çawan nehilçenin zarok di xewnên xwe de? û wê çima lal nebin di nîveka leyistikan de, hitikên ku ji dengê teyaran dibehitin? lewra aşitî hîna nebûye nexweșiya vebayê, û rihê gulê û negiștiye ber deriye hemî dilan..
LÛRÎ Dilem zar û hezîn e, çûn nê nalem? Wicûdem ateşîn e, çûn nê nalem? Be mû waçen kî çûn çend nalî? Çû mergem der kemîn e, çûn nê nalem? KURMANCÎ Dil im jar û xemgîn çawan ne nalim? Canê min dişewite, çawa ne nalim? Dibêjne min çawan û çend dinalî? Ku merg im di kemîn çawan ne nalim?
Çarîn 32 ( Dil im Jar )
Lorî: dilem zar û hezîn e, çun nê nalem? wicûdem ateşîn e, çun nê nalem? be mû waçen kî çun û çend nalî? çu mergem der kemîn e, çun nê nalem? Kurmancî: dil im jar û xemgîn çawan ne nalim? hebûn im agirîn çawan ne nalim? dibêjne min çawan û çend dinalî? ku merg im di kemîn çawan ne nalim?
Reklam
"însan ku ji yekî hez bike, wê çaxê însan wê ji jiyanê jî hez bike"dibêje Şems. Wexta Mewlane bersiva wî dide, dibêje"Tu kaniyekî çawanî Şems? Ez te çiqas vedixwim ewqas tî dibim.Tu agirekî çawan î ey Şems? Ez çiqas dişewitim ewqas hênik dibim. Tu jî ji goşt û hestî însanek î, lê hemû mirovahî di dilê te de ye." Şems wexta tê ziman "An ez zû hatim an jî tu pir dereng hat ketî ji bo wislatê."Eşq tiştekî wiha ye û dem û wext jê re tuneye.
Sayfa 131 - NûbiharKitabı okudu
Çawan rûbara nişane bi xêr û bereket dibarî, çemên Firat û Dîjle bi nazî û delalî diherikîn, henvekî wan, denge Evdal jî nedihate birin û xwe digîhand sere çiyan û esmanan.
Mehmet UzunKitabı okudu
Kerîm Xan(Zend)
Pişti di navbera salên 1752-1795'an de çend şerên giran, di bin serokatiya Kerim Zend de, dewleteke mezin a Kurd hat damezran- din. Dema desthilatiya Kerîm Xan (1752-1779) xweştirin fesla diroka gelê Kurd bů Aşkera ye ew wext ji bo serxwebûniya gelė Kurd firseteke baş bû, lê her çawan Selaheddîn bû serdarê çend neteweyên din, Kerim Xan jî bû fermanrewayê hemû Îranê. Kerim Xan, yekem kes bû ku xelkê leqebê "Wekîl" pê ve kiribû. Konsolosé Fransayê yê Bexdayê, di nameyeke ku di sala 1763'yan de ji Parisê re şandiye, li ser Kerîm Xan wiha nivîsandiye: "Di bin pêşengiya Kerim Xan ê xwediyê nifûzek şexsî û zana de, aşkera ye welat ber bi geşbûnê ve diçe û tuşî hêmintî û avakirinê bûye. Asayiş û hêmini ciyê têkelhevî û şerî girtiye."42 Konsolos piştre nivîsa xwe bi vî awayî didomîne: "Ré emîn bûne, bazirgani dest pê" kiriye, gelek karwan ji vir diçin Îranê, 15-20 hezar malên Îranî ku îlticayê Iraqê kiribûn, niha hedi hêdî vedigerin welatê xwe." Kerim Xan, gelek piştgiriya zanist û kulturê dikir û gelek hewle. avabûna welat dida." Gerokê bi nav û deng ê Îngilîz, Malcolm bi vi awayî behsa Kerîm Xan dike: "Bi bextiyarî jiya, di koça xwe ya dawiyê de wekî mirina baveki hezkirî ku di nav mal û zarokên xwe de, bi wî awayî bû."46
216 syf.
·
Puan vermedi
·
5 günde okudu
Baştirîn Vegêr bo Kurdî
Pirtûkekê bifikirin ji aliyê teknîkên romanê ve yek ji wan berhemên herî serkeftî ye belam hîç nirxandinek an jî gotarek bi dilê wê nehatiye nivîsandin, layiqê pesindayînê nehatiye dîtin, li hemberî populeriya wan berhemên çîzovîzo têk çûye. Bimre bêdewletî! Di edebiyata kurdî de kêm berhem hene da zora meriv bibin û mêjiyê merî error bide. Ev
Balindeyên Li Ber Bê
Balindeyên Li Ber BêEta Nehayi · Avesta Yayınları · 20137 okunma
Reklam
…digot kurd tunene. Kurd tunene. Weke ku bibêje ro tuneye, heyv, stêrk tunene. Çawan gelek dihate înkarkirin?
268 öğeden 16 ile 30 arasındakiler gösteriliyor.