çîyaye bêxêr
di her berbangê de
silavek şermok derdixe ji pêsîra xwe
û ramûsanek ji dil dişîne ji cûdî re
ne keştiya nuh hewandibû bêxêr
ne jî bûbû stargeh ji şoreşgerekî re
keştî bi bayê jiyanê herikîbû cûdî
gerîla bi evînek azad meşiyabû
jiyanê li ser vî çiyayî jîn da
jiyan li vir hat dorpêçkirin
li vir birîndar bû
lê dîsa
û careke din
jiyanê li ser vê axê birînên xwe kewandin
û careke din kulîlk veda azadî
li vir
li cûdî
li botan
û dê careke din govend were girêdan
li vir
li Kurdistanê
di demsalek biharê de
di rojek Newrozê de...
Gulfiroş, Min go Gulfiroş..
Bihar e, min got li ber çavên min diyar nebe Him şev û him roj!
Ji te memnûn im
Li derdora konê min negere û gaziya neke û gulan nefiroş !
Ji ber ku îro ez penaber im.
Qeflên gulan ji pêşiya çavê min reben neke gulfiroş!
Naxwazim lê binêrim ji ber ku îro ez penaber im...
Eşk û evîna te
Di zeviya dilê min de
Mînanî tovê genim e
Her heba genimekî heft simbile e
Her simbilekî sed genim e
Jê cudahiyek heye
Genim salê carekê
Li bihara şîn dibe
Lê bi eşq û evîna te
Li dilê Kevoka bask şikestî
Her tim bihar e
Di ruhê min de şax diavêje
Êşa li ser dilê min e Sozdarê
Ji hêlekê sar e, ji hêlekê bihar e lê lê
Nizanim gunehê min û te çi ye
Û ji hêlekê baran in em, ji hêlekê erdekî tí ne lê lê
Tu ji hêlekê nêz î, ji hêlekê wenda yî lê lê
Tu bibe bihar
Ez kulîlkên baxçe
Tu bibe havîn
Ez jî germahiya te
Tu bibe payiz
Ez pelên zêrîn
Tu bibe zivistan
Ez jî berfe te
Tu bibe jiyan
Ku ez jî bijîm!...
Karînê Osêyan
Colemêrg 2024