Canê min
Nahêlin
Em bextewar bin
Dibêjin “bajar dişewitin"
Dilê min Nahêlin
Em pev re şa bin
Dibêjin “mirov tên kuştin”
Awirên min Nahêlin
Em emrê hev bixwin
Dibêjin “bombe tên teqandin”
Destên min Nahêlin
Em ji hev hez bikin
Dibêjin “şer heye”
Nahêlin dilê min nahêlin
Min nahêlin
Te nahêlin...
Navê wan qaçaxçî bû
Bi xizanî ji sînoran derbas dibûn
Xizaniyê ji sînora derbas dikirin
Navê wan qaçaxçî bû
Hezar car jî qaçaxçîtî bikirana
Jiyana wan tu car nediguherî
Cara dawî cuda
Ewê jî wan nedît
Çendîn sal ewil gulle, îro jî bombe
Çendîn sal ewil sî û sê
Îro yek jî serde.
“Aşka lanet etmeyin dostlar,
Odur bize sevinçlerimizi veren
Neden geri almak da onun hakkı olmasın?
Hiçbir zaman aşk değildir bize layık olmayan, oysa biz layık olmayız ona kimi zaman.
Hiçbir zaman bize ihanet etmez aşk ve biz oluruz hep, ona ihanet eden.”
Welatekî dixwazim
Dar û devî kesk bin
Asîman şîn be
Axa wê sor û reş be
Bêyî ku xwîn birêje
Welatekî dixwazim
Kevirên wê bi hêsirên
Dayîkan neyên şûştin
Barana wê ne ji bombe û roketan be
Welatekî dixwazim
Kaniyên wê biherikin bê astengî
Bêhna azadî bê ji baya wê