Di pey musîkê re bêdengî. Memduh Selim Beg li dostê xwe dinihêre. Çavên wî bi ken in.
+Mîrê min, ez bûm serxweş.
-Belê, me pir vexwar.
Memduh Selim Beg dikene. Niha jî ji çavên wî ken diçirûsin.
+Na mîrê min, ne ji ber vexwarinê ye, ji musîkê ye, ez ji ber musîkê bûm serxweş. Ji mêj ve bu ku min dengê kemançê nebihîstibû.