+Hilweşandina stûnekê hêsanî ye. Huner di rastkirina stûna xwêl de ye. Xorto! Holê bixebite, an bixwe çêke an arîkariya ewan bike ko çêdikin, ava dikin.
-Ger mirov nikaribe bi xwe çêke...
+Heger tu nikarî bi xwe çêkî, ne jî arîkariya çêkiroxan bikî hingê bi ên çêkirî şa û kêfxweş bibe. Ji ber ko ew ji bona te, ji bona miletê te hatine çêkirin. Nav di wan bide, wan bipesinîne.