Kelîle û Dîmne
Dîmne:
-Pêşiyan ji dawiyan re tu tiştê negotî nehiştine. Gotine: "Bela, berya were serê kesê ku lê digere, tê serê ê belayê naxwaze."
Tiştê ez dizanim, wisan hatiye gotin: "Kesê zanibe, ku xerab dizanin ew bi xerabiya wan dizane û cardin jî bi wan re hevaltiyê bike, ew eziyetê li xwe dike."
Beydaba
Abdullah kurê Muqaffa:
Kesên bêyî ku berê wê agahiyê baş fêhm bikin pê bawer kirine sê sinif in:
Yek; serpêhatiyên xelkê weke ku bi serê wî de hatibe, jê bawer dike.
Dudu; tiştekî diceribîne, rind fêhm nekiribe jî, jê bawer dike.
Sisê; ji ber ku nikare xwe ji tevliheviyan xelas bike, bi wan bawer dike.
Kelîle û Dîmne
Dimne dibêje:
-Kesê xwediyê aqûbeta xwe nebe, qedera wî di destê kesên xêrnewaz de be, kesê timî di binê tehlîke û tirsê de be, heya ku ew kes ji jiyana xwe ewle nebe, serê wî gavekê bi tenê jî rehet nemîne, ewê çawa di selametiyê de be?
Beydaba
Kelîle û Dîmne
Aliman gotine: "Ne durust e ku mirov di meseleyên giring de xwe vegire û merhemetê bike, nexasim, parastina gunehê sûcdaran tu carî ne layiqî mirov e."
Beydaba
Kelîle û Dîmne
Feylesof Beydaba gotiye:
Tenê em vê dizanin; xeter e ku meriv bi tîmsah re di eynî avê de ajnê bike. Kesê bi tîmsah re têkeve avekê, sûc û gunehê encamê jî aîdî wî ye. Kesê ji diranê mar, jahrê derêxe û ji bo tecrûbekirinê vexwe, mirina wî ne sûcê mar e. Kesê têkeve daristana şêr, ji êrîşa wî ewle nabe.
Feylesof Beydaba:
Bêguman, tevgera baş, rewşa bi te diket ew bû ku te bidaya ser rêya pêşiyên xwe, te şopa mezinên beriya xwe bimeşandaya, qenciyên ku ji te re hiştibûn divê tu li pey biçûya. Tiştê ku ewê şermî û kêmanî bianiya ser navê te, divê te xwe jê dûr bixista.
Feylesof Beydaba:
Guman tê de nîne ku kesê nezan û xapandî ew e ku di karên xwe de ji ser xwe diçe û xeyalperest e. Kesê biaqil û giran ew e ku îdareya dewletê bi nermatî û bi siyasetê dike.
...
Ey padîşeh! Li ser van gotinên min bihizire, bera vana bi
te giran neyên. Min vana ji te re gotin lê ne ji bo xwestina
menfîetekê, ne ji bo mikafatekê, ne ji bo qenciyeke ku tu bi min bikî. Tenê ez ji te re qenciyê dixwazim û ez dixwazim te biparêzim.