Seçme Hikayeler

Kelile ve Dimne

Beydeba

En Yeni Kelile ve Dimne İletileri

En Yeni Kelile ve Dimne iletilerini, en yeni Kelile ve Dimne okur görüşlerini 1000Kitap'ta bulabilirsiniz.
Beşa Kevoka Bigerdanî ... Mişk serê xwe derdixe dipirse: -Tu çi dixwazî? Qijik: -Ez dixwazim bi te re dost bim. Mişk: -Tu aleqe di navbera min û te de tuneye. Kesê jîr be, tiştê ku aqil qebûl dike û tiştê bûna wan mimkun e, ewê bixwaze, tiştê ku ewê wî negihîne meqseda wî divê wan biterikîne. Îcar ê te hew tu yekî xwerek e û ez jî êm im. ... Mişk: Nehatina min a cem te, ne ji gumaneke xirab bû. Min bihîstibû ku gelek hevalên te hene, cewherên wan mîna yê te ye, lêbelê, bi çavê tu li min dinêrî, ew li min nanêrin. Qijikê li ser vê gotinê: --Nîşanek ji nîşanên dostaniyê jî ew e ku meriv bi dostê dostê xwe re bibe dost û bi dijminê dostê xwe re bibe dijmin. Qasî ez zanim tu dost û hevalekî min ê ku ji te hez neke tuneye. Belê tu vê jî zanibe, yekî ku ji cinsê min be û gumaneke wisan li bal wî peyda bibe, ez pirr bi hêsanî peywendiya xwe ji wî qut dikim, ev ji bo min ne karekî zor e. Li ser vê gotinê, mişk radibe tê cem qijikê, bi destê hev digirin, bi dostanî hevûdu qebûl dikin. Heryek ji wan bi hevalê xwe şa dibe. ... Mişk: Bêguman mirin ji mirov re çêtir e ku destê xwe li ber mirovan veke û mihtacî nemerdan bibe. Eger ji mirovekî esilzade bixwazin ku destê xwe dirêjî qirika mar bike, jahrê jê derxe û wê jahrê daqurtîne, ji dêvla ku ji yekî çavteng û nemerd tiştekî bixwaze, ev pêşniyaz ewê bi wî hêsantir û xweştir be. ...
Kelîle û Dîmne
Kelîle û Dîmne
Abdullah kurê Muqaffa: Kesên bêyî ku berê wê agahiyê baş fêhm bikin pê bawer kirine sê sinif in: Yek; serpêhatiyên xelkê weke ku bi serê wî de hatibe, jê bawer dike. Dudu; tiştekî diceribîne, rind fêhm nekiribe jî, jê bawer dike. Sisê; ji ber ku nikare xwe ji tevliheviyan xelas bike, bi wan bawer dike.
Kelîle û Dîmne
Kelîle û Dîmne
Reklam
Feylesof Beydaba: Bêguman, tevgera baş, rewşa bi te diket ew bû ku te bidaya ser rêya pêşiyên xwe, te şopa mezinên beriya xwe bimeşandaya, qenciyên ku ji te re hiştibûn divê tu li pey biçûya. Tiştê ku ewê şermî û kêmanî bianiya ser navê te, divê te xwe jê dûr bixista. Feylesof Beydaba: Guman tê de nîne ku kesê nezan û xapandî ew e ku di karên xwe de ji ser xwe diçe û xeyalperest e. Kesê biaqil û giran ew e ku îdareya dewletê bi nermatî û bi siyasetê dike. ... Ey padîşeh! Li ser van gotinên min bihizire, bera vana bi te giran neyên. Min vana ji te re gotin lê ne ji bo xwestina menfîetekê, ne ji bo mikafatekê, ne ji bo qenciyeke ku tu bi min bikî. Tenê ez ji te re qenciyê dixwazim û ez dixwazim te biparêzim.
Kelîle û Dîmne
Kelîle û Dîmne
Kelîle û Dîmne Feylesof Beydaba gotiye: Tenê em vê dizanin; xeter e ku meriv bi tîmsah re di eynî avê de ajnê bike. Kesê bi tîmsah re têkeve avekê, sûc û gunehê encamê jî aîdî wî ye. Kesê ji diranê mar, jahrê derêxe û ji bo tecrûbekirinê vexwe, mirina wî ne sûcê mar e. Kesê têkeve daristana şêr, ji êrîşa wî ewle nabe.
Kelîle û Dîmne
Kelîle û Dîmne
Abdullah kurê Muqaffa: Îcar, însanê baqil be, bera li vê çîrokê binêre, ji bona ku rewşa xwe karibe baş bike divê li ber xwe de bide, dev ji tedbîran bernede. ... Însan divê çavê xwe berde keda helal, tiştê bi fayde. Mîna wê kevokê bi derewan û bêfayde xwe dirêj neke û tiştê ku ewê wî biwestîne neke. Kevokek çêlikan xwedî dike, lêbelê mirov radibin çêlikên wê şerjê dikin, lê şerjêkirina mirovan nabe mani'ê wê, kevok cardin li eynî cihî çêlikan derdixe. Mirov nifşê duduyan jî digirin şerjê dikin, heya ku dor tê ser wê, wê jî digirin şerjê dikin.
Kelîle û Dîmne
Kelîle û Dîmne
56 öğeden 11 ile 20 arasındakiler gösteriliyor.