Kelîle û Dîmne
Feylesof Beydaba gotiye:
Tenê em vê dizanin; xeter e ku meriv bi tîmsah re di eynî avê de ajnê bike. Kesê bi tîmsah re têkeve avekê, sûc û gunehê encamê jî aîdî wî ye. Kesê ji diranê mar, jahrê derêxe û ji bo tecrûbekirinê vexwe, mirina wî ne sûcê mar e. Kesê têkeve daristana şêr, ji êrîşa wî ewle nabe.
Abdullah kurê Muqaffa:
Îcar, însanê baqil be, bera li vê çîrokê binêre, ji bona ku rewşa xwe karibe baş bike divê li ber xwe de bide, dev ji tedbîran bernede.
...
Însan divê çavê xwe berde keda helal, tiştê bi fayde. Mîna wê kevokê bi derewan û bêfayde xwe dirêj neke û tiştê ku ewê wî biwestîne neke.
Kevokek çêlikan xwedî dike, lêbelê mirov radibin çêlikên wê şerjê dikin, lê şerjêkirina mirovan nabe mani'ê wê, kevok cardin li eynî cihî çêlikan derdixe. Mirov nifşê duduyan jî digirin şerjê dikin, heya ku dor tê ser wê, wê jî digirin şerjê dikin.